13 kes di êrîşa Rûsî li ser Idlibê de mirin

Firokeyên Rûsî duhî êrîşî ser parêzgeha Idlibê kir û di encamê de 13 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Rûsî duhî êrîşî ser parêzgeha Idlibê kir û di encamê de 13 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Rûsî êrîşeke tund li ser parêzgeha Idlibê pêk anî û di bombebarankirina Zîndana Navendî ya li rojavayê Idlibê de 13 kes hatin kuştin, nêzîkî 60 kes birîndar bû û nêzîkî 100 kesên girtî ji zîndanê reviyan.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, wan komgehên çekan ên grûpên ser bi Qaidê ve li Idlibê bombebaran kirine.

Rewangehê amaje bi wê yekê kir, ji piştî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê a di 17ê Îlona 2018 an de, ev êrîşên yekem ên Rûsyayê li ser Idlibê ne.

 

S. B