Şandek ji (Federaliya Bakurê Sûryê) li Qahîre bi berpirsên Misrî re civiya

Şand ji hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl û cîgirê Serokê Encûmena bicîkar di (Kantona Cezîrê) de Hisên Ezam û endama Desteya Bicîkar ya (Federaliya Bakurê Sûrya) Elîzabêt Gewriyê pêk hatibû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şandek bi navê (Federaliya Bakurê Sûryê) bi serokatiya hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl seredana Qahîra paytexta Misrê kir û li gel berpirsên pile bilind ên wezareta derve ya wî welatî civiya.

Li gorî medya nêzîkî PYD ew şand ji Aldar Xelîl û cîgirê Serokê Encûmena bicîkar di (Kantona Cezîrê) de Hisên Ezam û endama Desteya Bicîkar ya (Federaliya Bakurê Sûrya) Elîzabêt Gewriyê pêk hatibû.

Di civîna wê şandê de li gel berpirsên wezareta derve ya Misrê, şandê behsa rola Misrê di kirîza Sûryê de kir û ew bi roleke avakir û giring binav kir, herwiha redkirina Misr ji dagîrkirina Efrînê re ji aliyê Tirkiyê ve hat nirxandin.

Herwiha di wê civînê de, gotûbêj derbarê lidarxistina kongirê Qahîre, yê sêyem hat kirin.

Di Hizêrana 2015an de, yekem car kongirê Qahîre bi beşdariya Hevpeymaniya Opozisyona Sûryê û Desteya Hevrêziyê hat lidarxistin û têde, tevahiya aliyan li ser nexşeriyeke siyasî, ji bo çarekirina kirîza Sûryê lihev kirin.

N.O