Şêwirmenda Serokê Suriyê: dê şerê her hêzeke nerewa liser axa Suriyê ye bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Buseyna Şe'ban di hevdîtinekê de digel televizyonek nêzîk ji hikumeta Suriyê, di dema amadebûna wê di Pêşangeha Şamê ya navdewletî de ragihand, vekirina dergehê pêşangeha Şamê ya navdewletî û hatina hejmarek zêde ji kompanyayên biyanî tê wateya wê yekê ku, şer li Suriyê bidawî bûye.

Derbarê şerê li Suriyê Buseyna Şe'ban diyarkir, wan teror jinav biriye û her hêzeke ne şer'î liser axa Suriyê hebe, ew dê şerê wê bikin, ew her hêzek be çi - Amerîka û çi jî Tirkiye. Şerê li Suriyê hevsengiya hêzê li cîhanê guhertiye, û hêza welatên Rojava li hemberî  hêza Rusyayê, Çînê, Brazîlya û Îranê kêm bûye.

Şêwirmenda Serokê Suriyê tekez kir ku, Amerîka nikare şerekî bike, û biryara rawestandina dayîna pereyan ji bo Opozisyonê û hevrêziya wê digel Rusyayê ji bo deverên kêmkirina şer tê wateya dawiya  şer li Suriyê.