ENKS û TEV-DEM tekeziyê li yekrêziya Kurdî dikin, lê ti gav neavêtine
K24 – Qamişlo
Tevî ku herdu aliyên sereke li Rojavayê Kurdistanê giringiyê didin yekrêziya Kurdî, lê herdu alî mercan pêk tînin ta ku rêkeftin di navbera wan de bête îmzekirin.
Di dema ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) tekeziyê li ser giringiya yekreziya Kurdan di vê qonaxê de dikin, herdu alî li ser zemînê ti gavek ji bo vê yekê ne avêtine. Serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) didin zanîn, ew amade ne danûstandinê bi ENKSê re bikin, lê ewê bi rêkeftinên berê pabend nebin, ji ber ku dem hatiye guhertin û gelek destkeftiyên Rêveberiya Xweser li ser zemînê hene.
Şêwermendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji K24ê re wiha axivî: “Biryara me wek PYDê ku bi awayekî fermî di kongreya 6emîn û 7emîn de yek biryarên bingehîn jê derketiye, hevrêziyeke pêşketî ya helwesta Kurdî derbarê destkeftiyên Kurdî de çê bûne, pêk were.”
Ji aliyê xwe ve jî, serkirdeyên ENKSê diyar dikin, ew jî amade ne bi TEV-DEMê re rûnên, lê hin mercên wan hene û divê bicî bibin, wek vekirina navendên partiyên ENKSê û serbestberdana girtiyên siyasî.
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Em wek ENKSê destê me vekirî û dirêjkirî ye ji bo danûstandinê, lê divê heyamek çê bibe, ku girtiyên me yên ji di zîndanan de bê berdan, ku tenê gunehên wan ew e, endamên PDK-Sê yan ENKSê ne. Herwiha kiryarên tên kirin wek leşkeriya neçar û ferzkirina bacan. Ev biryar xirab bi mafê gelê me û ENKSê de sist bibin. Herwiha nivîsgehên me hîna girtî ne.”
Gelek rêkeftin di navbera herdu aliyên sereke li Rojavayê Kurdistanê hatine îmzekirin, ku hin ji wan rêkeftinan bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûn û tevî ku herdu alî giringiyê didin yekrêziya Kurdî, lê ta niha li ser zeminê tI gavên berbiçav nehatine avêtin.