MSD: Rojhilatê Firatê Bi rêkeftinên xwecihî radestî rêjîmê nakin

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed radigihîne, ew qebûl nakin herêmên rojhilatên Firatê wek Der'a û Humsê radestî rêjîma Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed radigihîne, ew qebûl nakin herêmên rojhilatên Firatê wek Der'a û Humsê radestî rêjîma Sûriyê bikin.

Piştî biryara Serokê Amerîka ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Seroka Desteya Cibicîkar a MSD Ilham Ehmed serdana Moskoyê kir, ji bo Mosko roleke navbênkariyê di navbera wan hikûmeta Sûriyê de bigire û danûstandinên ku di meha Tîrmeha 2018an de rawestiya ne, ji nû ve dest pê bibe.

Ilham Ehemd di hevpeyvînekê ligel rojnameya “aawsat” çapa Londonî de Li ser serdana wan ji Mosko re zanîn, wan ji berpirsên Rûsî re tekez kirin ku ew bi çareseriya siyasî re ne û wan nexşerêyek pêşkêşî Rûsyayê kirine û berpirsên Rûsî soza lîstina roleke erênî di navbera hikûmeta Sûriyê û MSD de dane.

Ilham Ehmed got, heger hikûmeta Sûriyê dixwaze bi riya têgihîştinên xwecihî wek Der'a, Hums û Xûtayê serederiyê bi herêmê rojhilatê Firatê re bike, ev yek ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku ew xwedî xwe taybetmendiya Rêveberiya Xweser in û ji navçeyên din cuda ne û xwedî hêzeke leşkerî ya rêkxistinkirî ye.

Derbarê hevdîtinên şanda MSD li Şamê yên di Tîrmeha 2018an de, Ilham Ehmed got, ew bi Serokê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk re civiyan û projeya xwe pêşkêşî rêjîma Sûriyê kirin û komek mijar wek destûr, serweriya Sûriyê, al û serok û artêşê gutûbêj kirin.

Ilham Ehmed ji Elî Memlok re tekez kir, heger ne ji qurbaniyên şervanên YPG û HSDê ba û rûberên fereh ji DAIŞê rizgar nekirina dê Sûriye di sala 2014 û 2015an de perçkirî û dabeş bûba.

Seroka Desteya Cibicîkar a MSD ji wê rojnameyê re tekez kir, her ew bi rêjîma Sûriyê re gihîştin lihevkirinekê û mafên pêkhateyên li rojhilat û bakurê Sûriyê hatin parastin û rêjîma Sûriyê li Rêveberiya Xweser mikur hat, Hêzên Sûriyeya Demokratîk amade ye tevlî artêşa Sûriyê bibe û ti niyaza wan a damezrandina artêşeke serbixwe nîn e.

 

S. B