Careke din bingeha Şu'êrat li Sûryê hat bordûmankirin

Wezareta bergiriya Amerîka ragihand, ku ti pêwendiya wan bi wê êrîşê re tine ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bingeh û firîngeha serbazî ya Şu'êrat li parêzgeha Himsê li Sûryê, bi mûşekan hat bordûmankirin û Amerîka ragihand ku eger heye ew bingeh ji aliyê wlatekî din ve hatibe bordûmankirin.

Televziyona fermî ya Sûryê ragihand, ku şevê din sîstema bergiriya ezmanî ya Sûryê, çend mûşek têkşikandin, ku rastî bingeha Şu'êrat li Himsê hatibûn kirin.

Lê televizyona Sûrî, ti zanyariyên din, derbarê wê bordûmanê û aliyê ku êrîş kiriye, zelal nekir. 

Di yekem karvedan de, wezareta bergiriya Amerîka ragihand, ku ti pêwendiya wan bi wê êrîşê re tine ye.

Bingeh û firîngeha serbazî ya Şu'êrat, yek ji mezintirîn pêgehên serbazî yên çekdarên Hizbullaha Lubnanî û Îranê ye li Sûryê, sala derbasbûyî jî, ew bingeh ji aliyê Amerîka ve bi tundî hat bordûmankirin.

N.O