Trump: Firokeyên F 35 nafiroşin Tirkiyê

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, ew firokeyên şer ên F 35 nafiroşin Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, ew firokeyên şer ên F 35 nafiroşin Tirkiyê.

Di dirêjahiya aloziyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, Trump di dawî daxuyaniya xwe de, dibêje, ew firokeyên F 35 nafiroşin Tirkiyê.

Têkçûna pêwendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de piştî wê hat, Enqere keşeyekî Amerîkî bi tometa hevkariya bi terorê re desteser kiriye.

Amerîka di hefteya bûrî de jî moletek da Tirkiyê ta wî keşeyê Amerîkî radestî Amerîka bike, lê Tirkiyê ew daxwaz bicih neanî, vê yekê jî rewş aloztir kir.

Ji ber sizayên Amerîka li ser Tirkiyê jî, çend roj in nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daketiye û nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolar gihîşt 7.24.

 

S. B