Sê welatên cîhanê dixwazin Pêşmerge bibin beşek ji hêzên aştîparêzên Netewên Yekgirtî

Wezîrê karûbarên Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî haydarî wê pirojeyê ye û ew bixwe jî çavdêriya wê dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê pêwendî û hevrêziyên derve di wezareta Pêşmerge de emîd rukin Hejar Umer ji Kurdistan24ê re ragihand, ku fermandarên hersê welatên Almanya, Siwêd û Finlenda ku li Hewlêrê hêzên Pêşmerge rahênan dikin, piştevaniya her bizavekê dikin ku hêzên Pêşmerge bibin beşek ji hêzên aştîparêz yên ser bi Netewên Yekgirtî ve.

Herwiha Hejar Umer eşkere kir ku ew pilan di civînên vê dawiyê yên fermandarên Pêşmerge li gel fermandarên hêzên Hevpeymanan hatiye gotûbêjkirin.

Got jî: "Wezîrê karûbarên Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî haydarî wê pirojeyê ye û ew bixwe jî çavdêriya wê dike".