Sê Pasdar li Suriyê hatin kuştin

Ligor amarên nefermî heta niha nêzîkî 2 hezar û 500 pasdarên Îranî li şerê Suriyê de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin ku, di şerê li Suriyê sê pasdarên Îranê girêdayî hêzên Fatimiyun hatine kuştin.

Ligor ajansa nûçeyî ya Tesnim, her sê pasdar di şerê Suriyê de hatine kuştin, ku ji bo parastina hukimeta Suriyê ligel rejîmê şer dikin.

Ligor amarên nefermî heta niha nêzîkî 2 hezar û 500 pasdarên Îranî li şerê Suriyê de hatine kuştin.