Tirkiye: Wê serbazên me derbasî Minbic bibin

Li gorî nexşeriya di navbera Amerîka û Tirkiyê de, wê serbazên Tirkiyê û Amerîka bi awayekî hevbeş ewlekariya Minbicê biparêzin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ku di rojên pêş de, wê li Minbicê serbazên Tirkiyê û yên Amerîkayê bi awayekî hevbeş kar bikin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Nûredîn Canîklî di civîna wezîrên berevaniya welatên endam di Hevpeymaniya NATOyê de, li Bruksela paytexta Belcîka ragihand, ku ew hêvî dikin Nexşeriya Minbicê di zûtirîn dem de, were bicîkirin.

Li gorî nexşeriya di navbera Amerîka û Tirkiyê de, wê serbazên Tirkiyê û Amerîka bi awayekî hevbeş ewlekariya Minbicê biparêzin.

Herwiha Canîklî derbarê operasyonên li dijî PKKê jî axifî û da zanîn ku Qendîl, Şingal û Mexmûr gefan li ser Tirkiyê çêdikin û got: Dema em operasyonekê li dijî wan bikin, em destûrê ji ti aliyekî wernagirin.

Navhatî diyar kir, ku Kampa Mexmûrê di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de ye, lê ew bûye hêlîna PKKê. Herwiha li dijî Tirkiyê gefê çêdike. Ji ber vê yekê Mexmûr armanca operasyona me ye.

N.O