Goran 3 pêşinyaran radestî Partî dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, di civîna Partî û Goran de li Silêmaniyê, Tevgera Goran sê pêşnyar radestî şanda Partî kiriye û ew jî ev in:
-Hilweşandina hikûmetê û pêkanîna hikûmeteke demkî.
-Karkirin ji bo encamdana hilbijartinan di dema xwe de.
-Pêkanîna şandeke niştimanî ji bo danûstandinan li gel Bexdayê.
Biryare şanda Partî piştî civîna xwe li gel Tevgera Goran, li gel YNK jî bicive.