Ewropa standina parlemanteriya Leyla Zana şermezar dike

Serokê Parlamentoya Ewropayê Antonî Tajanî ragihand, nayê qebûlkirin mafê prlementeriyê ji destê Leyla Zanayê were standin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlamentoya Ewropayê Antonî Tajanî ragihand, nayê qebûlkirin mafê prlementeriyê ji destê Leyla Zanayê were standin.

Antonî Tajanî got, Leya Zana ji aliyê xelkê ve hatiye hilbajartin û rewa nîn e mafê parlementeriya wê ji dest were standin û ew birayara parlementoya Tirkiyeyê qebûl nakin.

Serokê Parlementoya Ewropayê herwiha bibîr xist ku wan ji ber xebatên Leyla Zanayê yên di derbarê azadiya axaftinê û mafê mirovan de di sala 1995an de xelata Sakhrov dane wê.

Leyla Zana, di hilbijartinên 1'ê Mijdar a 2015an de ji bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê ji lîsteya HDPê hatibû hilbijartin.

Çend rojan berî niha Parlementoya Tirkiyê mafê parlementeriyê ji destê Leyla Zanayê standibû. 

Zana berî 24 salan jî bi hinceta sûnda parlamantoyê bi Kurdî xwendibû 10 salan hatibû zîndankirin û parlementeriya wê jî jê hatibû standin.