Tirkiye derdora Efrînê bi giranî topbaran dike

Şeva bûrî topxaneya Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê topbaran kir û ziyanên canî û madî di encamê de bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî topxaneya Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê topbaran kir û ziyanên canî û madî di encamê de bûn.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê da zanîn, şeva bûrî demijêr 23:00 artêşa Tirkiyê taxa Mehmûdiyê ya Efrînê û riya Cindirêsê û gundê Keferşîlê yê nêzîkî Efrînê bi giranî topbaran kir.

Li gor çalakvanên navçeya Cindirêsê jî, Helîkoptera artêşa Tirkiyê gundên Senarê û Anqelê yên navçeya Şiyê û gundê Hêkiçê yê Cindirêsê bombebaran kirin.

Ev topbarana ji derdora Efrînê di demekê de ye, duh artêşa Tirkiyê gundê Tirindê, Basûtê û çiyayê Lêlûnê bi giranî topbaran kir û di encamê de 9 zarokên gundê Basûtê birîndar bûbûn û zarokek jî şehîd bûbû.

Di wê derbarê de malpera Meyadîn duh belav kir, artêşa Tirkiyê hemû rê û navçeyên ku pêşbîn e artêşa Sûriyê tê re bigihe Efrînê bi tundî topbaran dike.

Artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bûrî ve bi fermî dest bi êrîşa li ser Efrînê kiriye, çend roj in danûstandin di navbera YPG û artêşa Sûiyê de hene, ji bo hatina artêşa Sûriyê bo Efrînê û parastina sînorê xwe bike.

Ev yek jî bûye cihê nerazîbûna berpirsên pilebilind ên Tirkiyê, di wê çarçovê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu got, heger leşkerên rejîma Sûriyê bi armanca jinavbirina YPGê biçin Efrînê, ji bo Tirkiyê ne pirsgirêk e. Lê heger ji bo berevanîkirina li YPGê biçin Efrînê, operasyona wan ranaweste.

Ji aliyê xwe ve şeva bûrî Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji K24ê re aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.  

 

S. B