ENKS: Ala Kurdistanê sembola rojavayê Kurdistanê ye

Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê radighîne, tevî hewldanên tunekirina ser Ala Kurdistanê, dê ew Al sembolek neteweyî ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bimîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê radighîne, tevî hewldanên tunekirinê ser Ala Kurdistanê, dê ew Al sembolek neteweyî ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bimîn e.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxûyaniyekê de ragihand, bi helkefta Roja Şehîdê Kurd û 15emîn salvegera Serhildana 12ê Adarê, wan xwest 5 xulekan rawestin û piştre baqên gulan li ser gorên şehîdan danin. Di dema ku xelk ji taxa Hilêliyê diçûn goristanê, hejmarek çekdarên ser bi PYDê ve êrîşî wan kirin û di encam de jinek Kurd brîndar bû.

ENKS diyar jî kir, li taxa rojhilatê Qamişlo jî, di dema ku welatî diçûn goristana Qidûrbek, xelk ji aliyê heman grûban ve rastî astengiyan hatin, bi taybetî kesên ku Ala Kurdistanê hilgirtibûn.

ENKS di daxûyaniya xwe de ew kar, ku bi armanca tirsandinê binav kir, bi tundî şermezar kir û ragihand, ew yek nabe rêgir li pêşiya projeya wan a neteweyî û dê tevî hewlên tunekirina Ala Kurdistanê wek sîmbol bimîn e.

 

 

C.B