Votel: Qasim Suleymanî li pişt têkdana aramiya Rojhilata Navîn e

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka General Joseph Votel dibêje: “Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li pişt piraniya çalakiyên Îranê yên armaniyê Rojhilatê Navîn têk dide ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka General Joseph Votel dibêje: “Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li pişt piraniya çalakiyên Îranê yên armaniyê Rojhilatê Navîn têk dide ye.”

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Pentagonê Joseph Votel got: “Qasim Suleymanî xwedî sirûşteke dijminane ye û li her şûnekê çalakiyên Îranê bên kirin, ew li wir tê dîtin, çi li Sûriye be yan li Iraq û Yemenê be. Feyleqa Qudis ku Qasim Suleymanî serperiştiya wê dike, li pişt têkdana aramiya navçê ye.”

Derbarê gefên Îranê yên girtina deriyê Hurmizê ya di navbera tengav û deryaya Erebî de, Joseph Votel tekez dike, artêşa Amerîka bo parastina tevgera deryayî di tengava Deriyê Hurmizê re ku girîngtirîn xala derbasbûna petrola cîhanî ya, di amadebaşiyê de ye.

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara sepandina sizayan li dijî Îranê îmze kir, Îranê gefê girtina tengava Deriyê Hurmiz xwar.

Li gor raporteke îdareya wizeya Amerîkî, ji sedî 20 ji petrola cîhanê di tengava Deriyê Hurmiz re derbas dibî navçeyên din ên cîhanê dibe.

General Joseph Votel behda manora leşkerî ya Îranê ya vê dawiyê li deriyê Hurmiz kir û got: “Aşkere ye Îran dixwaze karînên xwe derxe, ji ber ku dema sizayên Amerîka bi ser Îranê de bên sepandin, ewê zêdetir bixeniqe.”  

 

S. B