Kurdistan Li 7 Taxên Midyat û Kerboranê qedexe hate ragihandin

Li 7 Taxên Midyat û Kerboranê qedexe hate ragihandin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdînê, li 7 Taxên navçeyên Midyat û Kerboranê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Derbarê mijarê de Parêzgeriya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 7 Taxên navçeyên Kerboran û Midyatê de qedexeya derketina derve hatiye ragihand.

Qedexe îro dest pê dike û heta fermaneke nû berdewam dike.