Fadil Mîranî: Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdistan ji me re pêwîst e

Fadil Mîranî ji K24ê re: Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdistanê ji me re pêwîst e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sikirtêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fadil Mîranî, derbarê berbijarkirina Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokatiya Iraqê got: Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdistanê ji me re pêwîst e.

Fadil Mîranî derbarê helwesta YNK ji postê Serokatiya Iraqê, taybet ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, ku ew li bendî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne, ku di van du rojan de, xwe yekalî bike û got: Her dema ku YNK bi fermî gotina xwe li ser pirsa Serokatiya Iraqê bide, wê demê wê PDK jî helwesta xwe rabigehîne.

Berî niha li beşekî ji kenalên Erebî û medya Iraqî hatibû belavkirin, ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berbijarê Kurd ye ji bo Serokatiya Iraqê bike, lê sikirtêrê PDK tekez kir, ku li Kurdistanê pêwîstiya wan bi Nêçîrvan Barzanî heye.

N.O