Yekîtiya Ewrûpa: Tirkiye ji nirxên Ewrûpa dûr ketiye

Di civînê de, rewşa mafên mirovan, çawaniya têkoşîna dijî terorê, hevkariya Gumrikê, Koçberî, Enerjî, serbestiya vîza û mijarên ewlekariyê hatin rojevê

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Hevkarîya Tirkiye û Yekîtiya Ewropa, piştî çar salan civiya. Li aliyê Yekîtiya Ewropayê Berpirsa Pêwendiyên Derve û Ewlekariya Ewropayê Federica Mogherînî, Berpirsê Firehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn beşdar bûn. Şanda Tirkiyê jî bi serpereştiya Wezîrê Derve Mewlud Çawuşoglu beşdarî civînê bû.

Di civînê de, rewşa mafên mirovan, çawaniya têkoşîna dijî terorê, hevkariya Gumrikê, Koçberî, Enerjî, serbestiya vîza û mijarên ewlekariyê hatin rojevê.

Piştî civîna Konseya Hevkariyê, Federica Mogherînî rexne li Tirkiyê girtin ku ji pîvanên Yekîtiya Ewropa dûr ketiye, dozger û dadwer tên girtin û serxwebûna dadgehan nemaye.

Federica Mogherini - Berpirsa pêwendiyên derve ye Yekîtiya Ewropayê diyarkir:

"…Me pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropa hildan dest, nêrînên xwe parve kirin, ku em Tirkiye bo Yekîtiya Ewropa stratejîk dibînin. Yekîtiya Ewropa li Tirkiyê jiber binpêkirina mafên mirovan, astengkirina civaka sivîl, jikar dûrxistina dadwer û dozgeran, serxwebûna dadgehan dilgiran e. Her weha gelek rojnamevan û çalakên mafnasiyê girtî ne û Tirkiye ji pîvanên Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve."

Johannes Hahn, berpirsê firehbûna Yekîtiya Ewropayê da xuyakirin: digel hemû pirsgirêkan, berdewamiya pêwendiyan girîng e. Lê rayedarên Tirkiyê Johannes Hahn wek nijadperest, dijî îslam û dijî endamtiya Tirkiyê binav dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çawuşoglu got, ew rexneyên Yekîtiya Ewropa derbarê mafên mirovan de qebûl nakin, dadgeh serbixwe ne û hemû dezgehên wan baş kar dikin.

Mewlud Çawuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê anî ziman:

".. Ya girîng ne ew e ku di her mijarê de em lihev werin. Bi berdewamiya diyalog û hevkariyê alî hevûdu fêm dikin. Em nêrînên xwe parve dikin. jiber başkirina pêwendiyan civînên asta bilind baş in. Em di asta herêmê de jî bihevre kar dikin. Piştî civînên girîng alî hevûdu agahdar jî dikin taybet di warê Sûriyê û Îranê de. Jibo vê diyalogê jî spas dikim."

Parlamentoya Ewropayê roja Çarşemê raporta li ser prosesa endamtiya Tirkiyê gotubêj kir û biryara rawestandina danustandinên endamtiyê da, ku wek sedemên sereke jî binpêkirina mafên mirovan, astengkirina civaka sivîl, serxwebûna dadgehan û zext û fişarên li ser siyaset û dadgehan hatin nişandan.

Her çiqas, biryara Parlamentoya Ewropayê biryara dawî nebe jî, tiştên di ropartê de hatin destnîşankirin, Federica Mogherînî dûbare kirin ku hestiyariya Yekîtiya Ewropa derbarê rewşa mafên mirovan de berdewam dike.

 

 

C.B