Nivîskar û rojnamevan Tewfîq Ebdilmecîd koça dawiyê kir

Nivîskar û rojnamevan ê ji Rojavayê Kurdistanê Tewfîq Ebdilmecîd ji ber nexweşiyê îro di temenê 66 saliyê de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û rojnamevan ê ji Rojavayê Kurdistanê Tewfîq Ebdilmecîd ji ber nexweşiyê îro di temenê 66 saliyê de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawiyê kir.

Siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan Tewfîq Ebdilmecîd di sala 1952an de li bajarê Qamişlo jidayik bû, ji destpêka jiyana xwe de tevlî xebata ji bo doza gelê xwe bû û Herwiha demeke dirêj jî li herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê mamostetî dikir û piştre jî bawernameya Masterê di ragihandinê de wergirt.

Tewfîq Ebdilmecîd, demeke dirêj endamê Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S a niha) bû û serperiştiya rojnameya “Dengê Kurd” û ragihandina wê partiyê dikir.

Herwiha Tewfîq Ebdilmecîd ji sala 2004an ve yek ji endamê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Ronamevanên Kurd bû û di sala 2006an de û ji dema damezrandina wê ve yek ji endamê Encûmana Sekreteriya Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê bû.

 

S. B