Erdogan: Mijara kirîna mûşekên S-400 bidawî bûye

Serokomarê Tirkiyê ragihand, mijara kirîna mûşekên S-400 bidawî bûye û dê di meha Tîrmehê de bên wergirtin. Di derbarê firokeyên F-35 de jî Erdogan got, Amerîka nazdariyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê ragihand, mijara kirîna mûşekên S-400 bidawî bûye û dê di meha Tîrmehê de bên wergirtin. Di derbarê firokeyên F-35 de jî Erdogan got, Amerîka nazdariyan dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di derbarê mûşekên S-400 de ragihand, ew mijar bidawî bûye û wiha got, em ji bo kirîna mûşekên S-400 ti gavan paş de navêjin. Belkî em wergirtina wan pêş bixin.

Erdogan got, Rûsya bi şertên guncaw S-400 firotiye Tirkiyê û dê bi hev re tevlî dirustkirina mûşekên S-500 jî bibin.

Li ser aloziyên ligel Amerîka û firokeyên F-35 jî Erdogan wiha got, ma çi dibe bila hem mûşekên me yên S-400 û hem jî firokeyên F-35 hebin. Erdogan got: Amerîka ji bo F-35 hinek nazdariyan dike, dereng an nêzîk emê F-35 werbigirin.

Tirkiyê sala bûrî ji Rûsyayê bi 2.5 milyar Dolaran mûşekên S-400 kirîbû û dibêje ewê di meha Tirmeha bê de werbigirin.

Amerîka jî ji gava Tirkiyê dilgiran e û herî dawî endamên Kongressa Amerîkî proseyasayek amade kiribû, ji bo fiokeyên F-35 neyin firotan Tirkiyê.

 

S. B