Elawî: Çûna Heşda Şeibî ji bo Kerkûkê cihê metrisiyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Iraqê Eyad Elawî ragihand: “Nabe welatên cîran destwerdanê di gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de bikin û hişyarî ji çûna Heşda Şeibî ji bo Kerkûkê da.”
Eyad Elawî got: “Pêwîst e kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi gotûbêj û danûstandinan bên çarekirin, lê heger Heşda Şeibî bixwaze şer li dijî Pêşmerge rabigehîne, ew mijareke din e û nizanim kî li pişt wê ye.”
Herweha Elawî got: “Ji bo ku nakokî kûrtir nebin, pêwîst e welatên navçeyê destwerdanê di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nekin.”
Navhatî hişyariya derketina nakokiyan di navbera Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge de da û got: “Heger rast e wek hikumeta Iraqî dibêje Heşdî Şeibî di bin kontrola wê de ye, pêwîst e hikûmet sînorekî ji bo çekdarên Heşda Şeibî deyne.”