Rusya: Helwêsta me û Tirkiyê liser Israilê ne wekî hevûdu ye

Peskov: : “Em helwêsta Erdogan dizanin û ev helwêst ne nêzîkî helwêsta Rusya ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Kremilê Dmitriy Peskov di kongreya rojnamevanî de bersîvên rojevê nirxandin û liser pirsek girêdayî helwêsta Serokomarê Tirkiyê ku, Israil dewletek terorî û dagîrker e, ragihand: “Em helwêsta Erdogan dizanin û ev helwêst ne nêzîkî helwêsta Rusya ye.”

Peskov got ku: “helwêsta Rusya liser Orşelîm û Rojhilata Navîn zelal e. Helwêsta me û ya Tirkiye liser Orşelîm dûrî hevûdu ye.”

Di nav hefteyê de Putin seredana Enqere ya Tirkiye kiribû û medya Tirkiye ragihandibû ku, helwêsta Rusya û Tirkiye liser Orşelîm û Israilê wekî hevûdu ye.