Kompaniyên rapirsiyê: Rewsa Bakurê Kurdistanê kem zede wek heve

Pêvajoya bangeşiyên hilbijartinên şaredariyan êdî ketiye hefteya dawîn de û saziyên rapirsiyê didin zanîn ku Li Bakurê Kurdistanê bi piranî guherîneke mezin rû nade. Li gorî rapirsiyên herî dawî jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê rêjeya dengên HDPê di navbera %64 û %67yê de ye û dengên Ak Partiyê jî di navbera %29 û %32yê de ye.

K24- Amed

Pêvajoya bangeşiyên hilbijartinên şaredariyan êdî ketiye hefteya dawîn de û saziyên rapirsiyê didin zanîn ku Li Bakurê Kurdistanê bi piranî guherîneke mezin rû nade. Li gorî rapirsiyên herî dawî jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê rêjeya dengên HDPê di navbera %64 û %67yê de ye û dengên Ak Partiyê jî di navbera %29 û %32yê de ye.

 Li Bakurê Kurdistanê ji bo bangeşiyên hilbijartinên şaredariyan êdî hefteya dawîn e û di dawiya vê hefteyê de 31ê Adarê roja yekşemê dê hilbijartinên şaredariyan werin li darxistin. Li gorî lêkolînên dawîn ji dema diyarbûna namzetan heta niha guherîneke mezin derneketiye holê û partî kêm zêde dengên xwe diparêzin. Berpirsiyarê Navenda Polîtîkayan a Enqereyê yê Şaxa Diyarbekir Nevzat Bîngol amaje dike ku li Diyarbekir encameke berovajiyê hilbijartinên rabirduyê dernakeve holê.

Nevzat Bîngol- Berpirsiyarê Navenda Polîtîkayan a Enqereyê yê Şaxa Diyarbekir, got:"Li gorî rapirsiyên herî dawî yên me kirine li Diyarbekirê HDP di navbera %64 û 67ê de deng werdigre û Ak Partî jî di navbera %29 û 33yê deng werdigre. HDP dengên xwe kêm zêde diparêze lê Ak Partî eger deng winda bike jî dê ber bi Partiya Saadetê ve deng winda bike. Ev tê wê wateyê ku navbera Ak Partî û HDPê de hatçoya dengan tine ye."

 Li Bakurê Kurdistanê yek ji deverên ku bala raya giştî dikêşe jî Riha ye ku niha Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê di deste Ak Partiyê de ye lê navê namzetê Partiya Saadetê Sabahattîn Cevherî jî derdikeve pêş ku HDP û CHP jî piştgiriya Cevherî dikin. Gerînendeyê Saziya Lêkolînê Rawestê Roj Esîr Gîrasûn dibe Sabahattîn Cevherî ji perforansa xwe ya destpêkê dûr e.

 Roj Esîr Gîrasûn- Gerînendeyê Saziya Lêkolînê Rawestê Roj Esîr Gîrasûn, dibêje:"Sabahattîn Cevherî li Rihayê din ava kuçe û kolanan de bibandor e û xelk behsa wî dikin. Lê di nava malan de qet bandora Sabahattîn Cevherî nayê kirin. Ew dengdêrên jin ên di nava malê de ne û lig undan dijîn, haya wan ji Cevherî tine ye. Ji ber vê Sabahattîn Cevherî nekarî ye bandoreke encamder bi dest bixe."

 Li gorî saziyên lêkolînê li bajarên mezin ên din ên Bakurê Kurdistanê wek Wan û Mêrdînê Partiya Demokratîk a Gelan HDP dîsa bi ser dikeve û li bajarê Dîlokê jî Partiya Dad û Geşepêdanê Ak Partî dîsa bi ser dikeve û guherîneke mezin li gorî hilbijartinên şaredariyê yên 2014ê dernakeve holê.