Salveger a 121 salî ya rojnamevanî ya Kurdîye

22yê, Nîsan a her sal, wek Roj a Rojnamevanî ya Kurdî dihê nasîn. Evro 121 sal diburin bi ser derçûn a yekem a rojname ya Kurdî. Niha Herêm a Kurdistanê xwedîyê 1200 dezgeh ên mêdyayîye di bwar ên bihistinê, dîtinê û xexwîndinê de

K24- Hewlêr

22yê, Nîsan a her sal, wek Roj a Rojnamevanî ya Kurdî dihê nasîn. Evro 121 sal diburin bi ser derçûn a yekem a rojname ya Kurdî. Niha Herêm a Kurdistanê xwedîyê 1200 dezgeh ên mêdyayîye di bwar ên bihistinê, dîtinê û xexwîndinê de. Berpirs ên evê bewarê dibêjin, sera hebûn astengan lê mêdya ya Kurdî karîye pêşbikeve. Birîkarê wezaret a rewşenbîrî  dibêje: rewş a arîşedar a sîyasî  bandor a xwe hebûye li ser pîşeyîbûn a mêdyayê û Neqîbê sendîka ya rojnamevan ên Kurdistanê jî dibêje: Kar ên baş hatînekirin û karên zêdetir jî mane.

Azad Hemedemîn, Neqîbê Sendîka ya Rojnamevan ên Kurdistanê  bi Kurdisan 24 re ragehand: kar ê rojnamevanîyê li herêm a Kurdistanê baş ber bi pêşve çûye, ji alîyê bingeh a yasayî û azadî yên mêdyayî, lê cihê daxêye, heya niha pîşe (kar) rojnamevanîyê gelek arîşe hene,  heya niha felsefeya hukmdarîyê li welatê me hêj baş mêdyayê nenase û divê kar li ser evê yekê bihê kirin.

Herêm a Kurdistanê di demekê de ku salveger a 121 salî ya rojnamevnaî Kurdî bi bîr dihîne, xwedîyê 39 keanal ên asmanî yên televizyonî, 125 kenal ên televizyonî yên hindûrî, 160 radyo, 909 rojname û govaraye. Ev hijmar a mezin a dezgehên mêdyayî li Herêm a Kurdistanê gelelk caran  glî û gazind bi dûv xwe re anîye. Hinek mêdya û mêdyakar pabend ên yasa û rêsa yên karê rojnamevanîyê nabin.

Bi nerîn a birîkarê Wezaret a Rewşenbîrîyê li hikumet a Herêm a kurdistanê, rewş a sîyasî ya deverê bandor a xwe heye li ser rewş a mêdyayê li Herêm a Kurdistanê.

Salar Ûsman birîkarê wezaret a Rewşenbîrî û law ên Herêm a Kurditanê, dibêje: Em di rewşek a sîyasî aloz de dijîn, ku rewşek a arîşedare, ew têgêhijtin li hikumetê û bi taybetî li wezaret a rewşenbîrî heye ku yasayan bichi bikîn û hevdû azar nedîn.

Derçûn a yekem hijmar a rojname ya Kurdistan li 22yê, Nîsan a 1998 ji alîyê Mîqdad Bedirxan ve bûye xal destpêkê ji xwedîbûn gelê Kurd di bwarê rojnamevanêyê de.  Ji wê demê heya niha rojnamevanî ya Kurdî bi gelek qonax ên dijwar re burîye û sera hemû astengan berdewam bûye û bi awayekê ku Herêm a Kurdistanê niha xwedîyê zêdetir 1200 dezgeh ên mêdyayîye di bwarê bihistînê û dîtinê û xexwîndinê de.