Serok Barzanî û Balyozê Japonê tekeziyê li ser bihêzkirina pêwendiyan dikin

Naofumi Hashimoto: Welatê min giringiyeke mezin dide Kurdistanê û bizavan dike, ku pirojeyên stiratejî li Kurdistanê bicî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serok Barzanî û Balyozê nû yê Japon li Iraqê, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japon kirin.

Îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Japonê li Iraqê Naofumi Hashimoto kir û di civînê de, Serok Barzanî ji bo serxistina pirojeyên Japonê li Herêma Kurdistanê, amadebûna xwe ji bo her hevkariyekê nîşan da.

Herwiha Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo zêdekirina pêşxistina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Japonê de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, balyozê nû yê Japon li Iraqê, rola Kurdistanê di piroseya siyasî ya Iraqê de, bilind nirxand û ragihand, ku Kurdistan navendeke giring ya aştî û aramiyê ye li navçeyê û Japon hez dike di hemû waran de, pêwendiyên xwe li gel Kurdistanê bihêz bike, bitaybetî di warê abûrî de, ji ber ku bigotina wî: Ev aştî û aramiya li Kurdistanê heye, rê li pêşya veberhênanê xweş dike û tekez kir, ku ewê karên zêdetir ji bo vê meremê bike.

Herwiha Naofumi Hashimoto, diyar kir ku welatê wî giringiyeke mezin dide Kurdistanê û bizavan dike, ku pirojeyên stiratejî li Kurdistanê bicî bike û niha jî di warên av û karebê û bendavan de, alîkariya Kurdistanê dike û bizavan dike di warê çandiniyê de jî, pirojeyan pêşkêş bike.

N.O