Ebadî tê Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê û Serokê Lîsta Nesir Heyder Ebadî şeva bûrî gihîştibû bajarê Silêmaniyê, biryar e îro serdana Hewlêrê jî bike.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand, biryar e îro demjimêr 9:00 Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bigihe firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê bê kirin.
Got jî: “Heyder Ebadî ku serokê lîsta Nesir e, bi armanca bangeşeya hilbijartinê serdana bajarên Herêma Kurdistanê dike û biryar e jî lîsteya wî rêwresmekê ji bo bangeşeya hilbijartinan li Hewlêr bi rê ve bibe.”
Heyder Ebadî ji bo komkirina dengan ji lîsteya xwe re, serdana çend bajarên Iraqê jî kiribû.
S. B