PDK û Goran rêkeftinekê îmze dikin

Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê bicivin û rêkeftinekê derbarê pêkanîna Hikûmetê û karê çar salên bê de îmze bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê bicivin û rêkeftinekê derbarê pêkanîna Hikûmetê û karê çar salên bê de îmze bikin.

Li gor zanyariyên K24ê, îro şanda danûstandkar a PDK û Tevgera Goranê dawî civîna pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û tê çaverêkirin, her du alî rêkeftinekê ji bo çar salên bê û pêkanîna kabîneya nû de îmze bikin.

Roja Pêncşemê 14ê Sibatê, şanda danûstandkar a PDK û Goranê li Hewlêrê civiyabûn û lihev kiribûn ku Tevgera Goran di civîna îro de biryara dawiyê derbarê pêkanîna kabîneya nû de bide PDKê.

 

S. B