Trump bo Lavrov: Ti aştî bi Esed re tune ye

Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de, pêdegirî li ser “Birîna serê” rêjîma Serokê Sûriyê û 20 alîkarên wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de, pêdegirî li ser “Birîna serê” rêjîma Serokê Sûriyê û 20 alîkarên wî kir.

Rojnameya “Şerq El-Ewest” li ser zarê jêderên dîplomasî belav kiriye, di hevdîtina Trump û Lavrov ya berî 3 rojan de, Trump helwesteke zelal ji Beşar Esed girtiye, ev jî piştî derketine belgeyan ji dezgehên îstixbarata Washington, London û Parîsê, ku rêjîma Sûriyê ji sedî sed di ber êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxonê de berpirsyar e.

Herwiha Trump ji Lavrov re gotiya: “Ti aştî bi Esed re nabe. Ti aramî bi Esed re çê nabe û ti avadankirin bi Esed re jî pêk nayê.”

Herwiha Trump derbarê çawaniya  derketin û dema derketina û Esed ji Sûriyê de nermayî nîşan daye, ku Rûsya pêşwaziya Esed bike, li hember wê jî Washington sozê dide ku Dadgeha Tawanan ya Navdewletî ti dûvçûnan li pişt Esed neke.”

Ji aliyê xwe ve Lavrov gotiye, derketina Esed ji desthilatê dê ezmûna Iraq û Lîbyayê li Sûriyê dubare bibe.

Hin jêderan ji wê rojnameyê re gotiye jî, Trump bi Lavrov ragihandiye, ya tê xwastin ew e, 20 berpirsên rêjîma Sûriyê derkevin û di heman demê de artêşa Sûriyê û dezgehên ewlehiyê bimînin. Herwiha ne Amerîka ne li dijî wê yekê ye ku kesayetiyekî nû yê Elewî bibe serokê Sûriyê. Washington tenê daxwaza derketina serê rêjîma Sûriyê dike.