Kurdistan ENKS: Tevî girtinê, careke din nivîsgehên xwe vedikin

ENKS: Tevî girtinê, careke din nivîsgehên xwe vedikin

K24 – Qamişlo

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Emîn Husam girtina nivîsgeha xwecehiya rojhilatê Qamişlo ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar kir.

Emîn Husam ji K24ê re got: “Piştî biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê bi vekirina hemû nivîsgehên ku ji aliyê asayişan ve hatine girtin, Xwecehiya Rojhilatê Qamişlo yekem nivîsgeh bû ku hate vekirin, lê careke din Asayişa Rojava bi muhra sor nivîsgeh girt û endamekî wê xwecehiyê yê bi navê Azad Ebdilrehamn binçav kirin.”

Emîn Husam da zanîn ku, ev kiryar ne rewa ye û li gorî biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê dê berdewam bin bi vekirina hemû nivîsgehên xwe.

Ji 14 meha Adara 2017an ve, Asayişa Rojava nêzîkî 50 nivîsgehên ser bi ENKSê ve hatin girtine.