Bi sedema êrîşên Heşda Şeibî 128 hezar kes mişext bûne

Piraniya wan mişextan li Hewlêrê bi cih bûne

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema dagîrkariya Heşda Şeibî bêtirî 128 hezar welatiyên akinciyên wan navçeyên ketine bin destê Heşdê ji deverên xwe mişext bûne.

Sentera hevrêzî û kirîzan ya ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ragihand, heya niha bêtirî 128 hezar kes ji akinciyên Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû, Rebî'e û Zumar mişextî Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê bûne.

Sentera navhatî diyar kir, piraniya wan mişextan hatine Hewlêrê ku hejmara wan 84 hezar kes derdikeve, û bêtirî 78 hezar kes jî li Silêmaniyê bicih bûne, herweha 6 hezar kes mişextî Dihokê bûne.

Beşek ji mişextan kamp ji wan re hatine vekirin û hin ji wan heya niha di nav kampan de bicih nebûne.

Hefteya derbasbûyî, milîsên şî'eyên Iraqê, ku Îran bi awayekî rasterast piştevaniya wan dike, êrîşî Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê destpê kirin û bi rêberiya çend berpirsên nav aliyekî siyasî naskirî, wan milîsan karîn bajarê Kerkûkê û çendîn navçeyên din kontrol bikin.