Yildirim: Ji bo Operasyona dijî PKK ligel Bexda pêwendî hene

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim eşkere kir: Ji bo operasyona li dijî PKKyê ew digel hikûmeta Iraqê di nav pêwendiyê de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim eşkere kir: Ji bo operasyona li dijî PKKyê ew digel hikûmeta Iraqê di nav pêwendiyê de ne.

Yildirim li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ko kengê pêwîst bibe ew operasyonên xwe dikin. Piştî Operasyona Mertala Firatê wan li dijî Efrînê operasyon kirin. Dê li Iraqê jî dijî PKKyê operasyonê bikin û ji bo vê yekê jî digel hikûmeta Iraqê danûstandinan dikin. Ew hêvî dikin ji bo li Iraqê jinavbirina PKKyê pêwendiyên Tirkiye û Iraqê nêziktir bibin.

 

C.B