MSD Riyad Dirar û Emîne Omer wek hevserok hilbijartin

Emîne Omer û Riyad Dirar wek hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hatin hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîne Omer û Riyad Dirar wek hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (ESD) hatin hilbijartin û tekezî li ser lixwegirtina demokratiya secularism wek pojeyekê ji bo pêşeroja Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, duh di kongreya sêyemîn ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de Emîne Omer û Riyad Dirar wek hevserokê wê encûmenê hatin hilbijartin.

Duhî li bajarê Tebqayê sêyemîn kongreya MSDê di bin diruşma “Ber bi Çareseriya Siyasî û Avakirina Sûriyayeke Nenavendî û Demokrat” bi beşdariya 270 endamî birêve çû.

Riyar Dirar ji bo cara duyem wek hevserok hate hilbijartin, li cihê Îlham Ehmed jî Emîne Omer hat hilbijartin.

ESD di kongreya xwe de tekezî li ser hin xalan kir, jê jî:

  • Tekezî li ser lixwegirtina demokratiya secularism wek pojeyeke ramyarî û siyasî ji bo pêşeroja Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkan.
  • Tekezî li ser çareserkirina krîza Sûriyê li gor bijardeya siyasî ya rê li ber hemû pêkhateyan vedike ku bi rola xwe di Sûriyeya pêşerojê de rabin û vakirina civakake demokratîk û avakirina dezgehên dewletê.
  • Tekezî li ser nenavendiya demokrsatîk û destûrekî tewafiqî ku gerentiya yekgirtînûna rêveberiyên xweser di çarçova welatê hevbeş de bike.
  • Tekezî li ser vexwandina ji bo girêdana kongreyeke Sûrî ji hêzên demokratîk û niştimanî, ji bo avakirina Sûriyeya azad û demokratîk. Tekezî li ser perensîpa hevwelatîbûna wekhev di erk û mafan de.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li ser vexwandina TEV-DEMê ji hêzên opozîsyona miyanrew re, di 9ê Berçileya 2015an li bajarokê Dêrikê di bin diruşma “Ber bi Avakirina Sûriyayeke Azad û Demokratîk” hatibû damezrandin.

 

S. B