Malbateke Brîtanî daxwaz ji YPGê dike kurê wan azad bike

Dê û bavê wî daxwaz ji YPGê dikin kurê wan Jack Letts azad bike, ji ber nexweşiya derûnî bi kurê wan re heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jack Letts yê ku sala bihûrî li nêzîkî bajarê Reqayê ji aliyê şervanên YPGê hate desteserkirin, niha dê û bavê wî daxwaz ji YPGê dikin kurê wan Jack Letts azad bike, ji ber nexweşiya derûnî bi kurê wan re heye.

Dê û bavê wî çekdarê DAIŞê yê Brîtanî aşkere kirin, Wezareta Derve ya Brîtanyayê ti alîkariyek ji bo dîtina wî û vegera ji bo Brîtanyayê nekiriye.

Jack Letts yê 22 salî sala borî ji aliyê YPGê ve hate desteserkirin, eger heye dê û bavê wî jî bên dadgehkirin, ji ber ku çend caran pere ji kurê xwe şandibûn, li gor yasaya Brîtanyayê ew wek hevkariyekê ji terorê re ye.