Çekdar bi 20 otobusan derbasî Ezazê bûn

Bi amadekariyên artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê re, nêzikî hezar çekdarên grûpên çekdar ên Sûriyê ji bajarê Kîlîsê derbasî navçeya Azezê ya rojhilatê Efrînê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadekariyên artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê re, nêzikî hezar çekdarên grûpên çekdar ên Sûriyê ji bajarê Kîlîsê derbasî navçeya Azezê ya rojhilatê Efrînê bûn.

Hat ragihandin, çekdarên grûpên çekdar ên Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike bi 20 otobusan ji bajarê Kîlîsê derbasî navçeya Azezê bûn.

Artêşa Tirkiye amedekariyên operasyona li dijî Efrînê bileztir dike. Rojane tank û wesaîtên zirxpoş ser sînorê Efrînê tên bicihkirin.

Ev yek di demekê de ye, Tirkiye rojane gefa operasyonê li dijî Afrînê dixwe,  îro Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihand, divê bê derengî operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê encam bide.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YPGê yê Efrînê Rojhat Roj ragihand, Tirkiye ji duh şev ve xalên wan li Efrînê topbaran dike.

Li gor çalakvanên Efrînê jî, îro topbarana artêşa Tirkiyê li gundên Qera Baba, Kum Raşê, pira Heşargê, Memilo, Hobeka, Xezewiyê, Dêr Siwanê, Dêrbelûtê bûn û hîn jî topbaran berdewam dike.