Greva birçîbûnê di roja 4emîn de berdewam e

Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li Kolnê di roja çarem de berdewam e û rewşa 3 kesên di grevê de ne, hin pirsgirêkên tenduristiyê ji wan re derketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li Kolnê di roja çarem de berdewam e û rewşa 3 kesên di grevê de ne, hin pirsgirêkên tenduristiyê ji wan re derketin.

Perester Ferîd Xoce ku çavdêriya çalakvanên di grevê de ne ji K24ê re ragihand, di roja çarem a grevê de hin pirsgirêkên tenduristiyê derketin, wek daketina rêjeya şekir di xwînê de û nizmbûna zextê.

Çalakvanên Efrînê li dijî kiryarên revandin, dizî û talanê yên ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Efrînê tên kirin, kampîneke greva birçîbûnê ya bi navê “Em dimirin bo Efrîn bijî” li pêş konsolxaneya Tirkiyê ya li bajarê Koln a Almanyayê ji 4 rojan vw birêve dibin.

Kampîna “Em dimirin bo Efrîn bijî” ku ji roja 16ê Cotmehê ve li bajarê Kolnê dest pê kiriye, Komîta Birêxistinê di nameyekê bo konsolxanya Tirkiyê de xuya kir, “Efrîn bûye qurbaniya lihevkirina hêzên navdewletî û herêmî û hevrêziya di navbera Tirkiye û rêjîma Sûriyê û Îranê de. Li ser hesabê milyonek welatiyên sivîl, Tirkiyê dest bi operasyona “Şaxa Zeytûnê” kir, di encamê de bi sedan welatî şehîd û birîndar, bi sed hezaran welatî derbider bûn û bi hezaran jî welatî hatin girtin û dibistan, cihên dîrokî, mizgeft û jêrxaneya bajêr hatin rûxandin.

Herwiha di nameyê de hat, “Hêzên Tirkiyê li Efrînê hemû nirxên azadî, perensîpên dadweriyê, parastina ewlehî û aramiyê û mafên mirovan binpê dikin û ev binpêkirin ji hemû cîhanê ve têne xuyakirin û li pêş di çavên civaka navdewlet dibin.”

Çalakvanan xwastin vê daxuyaniya xwe bigînin konsolê Tirkiyê, lê heya niha konsolxaneya Tirkî wergirtina daxuyaniyê red dike.

S. B