Kurdistan Girtiyên greva birçîbûnê li benda banga ocalan in

Girtiyên greva birçîbûnê li benda banga ocalan in

K24 – Diyarbekir

Greva birçîbûnê ya ku di 15’ê Sibata 2017’an de li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dest pê kir û li 22 girtîgehên Tirkiye û bakûr belav bû, îro (18.04.2017) ket roja 63’an. Malbat û rayedarên HDP’ê û DBP’ê ku ji bo piştgiriya 202 girtiyên grevê dikin, greva xwe ya dorveger spartin koma 4’emîn. Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê, bi daxuyaniyekê bang li girtiyan kir ku çalakiya wan cihê xwe girtiye û hewcedarî bi dewama grevê nemaye.

Li Diyarbekirê greva dorveger a malbatên girtiyan û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), îro (18.04.2017) radestî koma 4’an hat kirin. Girtiyên siyasî yên ku di 15’ê Sibata 2017’an de ji bo hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re werin destpêkirin û ji bo ku şert û mercên giran ji ser girtiyan werin rakirin; li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dest bi greva bê dem û bê dorveger kiribû û grev li 25 girtîgehan, li nav 202 girtiyan belav bû.

Di roja 63’yan a grevê de KCK’ê daxuyaniyek belav kir û bang li girtiyan kir ku dest ji greva xwe berdin. Beriya daxuyaniya KCK’ê girtiyên li girtîgeha Şakranê daxuyandibû ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li wan neke, ew ê dest ji greva xwe bernedin.