Kurdistan Ebadî: Divê PKK li Şingalê nemîne

Ebadî: Divê PKK li Şingalê nemîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekezî li ser wê yekê kirin, dive PKK li Şingalê nemîne.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim îro bi serdanekê gihêşte Bexdayê û piştî civîna bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re, di konferanseke rojnamegerî de Ebadî ragihand, Iraqê ji PKKê nexwastiye ku bê Iraqê. Rêkeftin di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye, ku hêza hevbeş kontrola navçeyê bikin û rêkeftina dawî jî ew e, ku nabe ti hêzek derveyî hêzên Iraqî li Şingalê hebe.

Li hemberê jî Yildirim got: “Me daxwaz ji Iraqê kiriye, hevkariya me bike, da ku PKK ji Şingalê derkeve, Iraqê jî soz daye ku hemû hewlên xwe bo nehêştina PKKê li Şingalê bike.”

Herwiha Yildirim got jî: “Em terorê bi terorê dinasin û PKK terrorist e. Spasiya Serokwezîrê Iraqê dikin ku têdigihe hestiyariya me derbarê teror û PKKê de.”

Hêzeke Tirkiyê ku ji sala borî ve li nêzîkî qezaya Başîkê ye û derbarê hebûna wê hêzê li ser xaka Iraqê gelek alozî di navbera Iraq û Tirkiyê de çê bûn. Li ser Hebûna wê hêzê Yildirim ragihand, Tirkiye û Iraqê li ser vekişandina artêşa Tirkiyê ji Başîkê rêkeftine.