Îsraîl bi fermî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, “Îsraîl piştgiryê li damezrandina dewleta Kurdistanê dike û Israîl piştevaniya xwesteka gelê Kurdistanê dike

K24 - Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi fermî helwêsta welatê xwe derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê eşkere kir û ragihand: “Îsraîl piştgiryê li damezrandina dewleta Kurdistanê dike û Israîl piştevaniya xwesteka gelê Kurdistanê dike,  ku dewleta wan ya taybet hebe.”

Netanyahu di daxuyaniyekê de, ku di malpera fermî ya Encûmena Wezîrên Israîlê de hatiye belavkirin, dibêje: "Îsraîl piştevaniya xwesteka rewa ya gelê Kurdistanê dike ku dewleta wan ya taybet û hebe.”

Di warekî din de, Netanyahu di dema beşdariya wî di panêlekê de, ku taybet bû bi pêşeroja Rojhilata Navîn got: “Em bi zelalî li dijî PKKê ne, û em wan wek grûpeke terorîstî dibînin.”

Ev ne cara yekê ye Serokwezîrê Êsraîlê piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê xuya dike, di sala 2014an de jî bi heman awayî piştevaniya welatê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.

Tê zanîn di civîna 7 Hizêrana derbasbûyî de, aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, biryar hat dayin ku di roja 25/9/2017, referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê bê encamdan.