Kurdistan Mamostayên olî yên Silêmaniyê piştevaniya refernadûmê dikin

Mamostayên olî yên Silêmaniyê piştevaniya refernadûmê dikin

K24 – Silêmanî

Tevî hebûna nêrînên cuda li ser pirsa referandûmê, ku biryar e di 25ê Îlona îsal li Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe, lê beşek ji mamosteyên olî yên li Silêmaniyê dibêjin ku beşdarîkirina di her pirseke niştimanî de erkek e.

Ji bilî Tevera Goranê û Komela Îslamî, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser encamdana referandûmê yekhelwest in, ji ber wê jî mamsteyên olî daxwaz gihêştina bi rêkeftinekê dikin, da ku pirsên niştimanê bigihin encamên xwe.

Pêşnimêj û gotarxwên Dr. Mecîd Seîd ji K24ê re got: “Divê herdemê ligel hev bin, bi taybet di pirsên niştimanî de ku me hemûyan kom dike. Her kesek raziye ku referandûm bê kirin, lê nakokî derbarê dem û çawaniya encamdana wê de hene.”

Pêşnimêj û gotarxwên Moxtarî Zergulê dibêje: “Bi me pir xweş e ku li ser vê xakê ku me xwîn rijandiye, ku karibin serxwebûnê bidest bixin. Pêwîst e her kesek hewl bide ew armanc were meydanê. Refernadûm giştpirsiyek e divê her kesek bîr û nêrînên xwe diyar bike. Tiştekî baş e heger bibe.”