PDK-Bakur: Êrîşên dijî herêma Efrînê rûreş dikin

Dewleta Tirkiyê, bi van êrîşan dirinde yasayên navdewletî û prensîbên mirovî binpê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur girêdayî Operasyona Efrînê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişt Kurdistan24

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Dewleta Tirkiyê, bi van êrîşan dirinde yasayên navdewletî û prensîbên mirovî binpê dike

Dewleta Turkiyê ev çend roj bûn gefan li rêvebiriya herêma Efrînê dixwar, wan bi hêrîşên leşkerî tehdît dikir.

Îro sibê van gefê xwe gîhan asta harekata leşkerî. Serokkomarê Turkiyê bi fermi vê hêrîşê ragihand. Navê vê hêrîşê danîne „Zeytin Dali Hareketi“ (Tevgera Guliya Zeytûnê).

Guliya Zeytûnê nîşana aşitiyê ye. Ev hêrîşa leşkerî li herêmê bi tu awayî xizmeta aşitiyê û aramiyê nake û dê neke. Berevajî ev hêrîş dê dijminahiya nabeyna gelê Kurd û Tirk de kurtir bike. Rewşa civakî û aborî jî dê dijwartir bike.

Li Efrînê heta îro qet herîşekî pêk nehatibû, Efrîn cîhekî aram bû, xelkê wê deverê lê kar dikirku debara xwe bikin. Zêdetirî 250 hezarn xelkê herêmên din ji nav şer revîbû û xwe li Efrînê cîh kiribû. Rêvebiriya wê derê hin şaşiyan li dijî Kurdên xeynê xwe kiribû û ev cihê rexneyan bû. Partiya me jî gelek caran ne razîbûnan û rexnan parve kir. Lê digel van kêmasiyan Efrîn, devera Çiyayê Kurmanc aram bû, şer lê nebû.

Hêrîşen Turkiyê dê vê rewşê têk bide û ji xwe armanc jî ew e ku li devera Çiyayê Kurmanc, Kurdan lawaz bikin. Turkiye bi vê “hareketê” li dijî Kurdan raste rast eniya şerekî destpê kir. Ev ne ji berjewendiya gelê Kurd e û ne jî dê Turkiye ji vê sûdê werbigre. Turkiye, bi vê hêrîşa leşkerî yasayên navdewletî jî bin pê dike.

Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur vê hêrîşê rûreş dikî û bang li hemî aliyên peywendîdar dikin ku pêş li vê hêrîşê were girtin.

PDK-Bakur doh di hêrîşên li Kerkûkê, Duzê, Xaneqînê, Şingalê, iro li Efrînê bi gelê me mezlûm re ye. Doza miletê Kurd dozekî rewa û yasayî ye, desttêwerdanên leşkerî dê nikaribin dengê miletê Kurdistanê bibirînin, me ji doza me dûr bixin.

 PDK-Bakur

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur

Amed-21.01.2018