Polîsa Hewlêrê zarokekî ji nava lehiyê rizgar dikin

Di dema barîna baranê û rabûna lehiyê de, Polîsa Hewlêrê zarokekî ku di nava avê de asê mabû, rizgar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema barîna baranê û rabûna lehiyê de, Polîsa Hewlêrê zarokekî ku di nava avê de asê mabû, rizgar kir.

Peyvdarê Polîsa Hewlêrê Raid Hogir Ezîz ji K24ê re ragihand, di du rojên bûrî de ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê, li taxeke Hewlêrê zarokek di nava lehiyê de asê mabû, lê hêzên Polîs bi hawara wî ve çû û karîn wî rizgar bikin.

Got jî: “Xweşbextane ew zarok selamet e û ti ziyan negihêşt wî û ji bo malê hate veguhastin.”

Çend roj in baranê bi berdewamî li Herêma Kurdistanê dibare û li gelek navçeyên lehî radibe.