Amerîka: Metirsiya dubare serhildana DAIŞê heye

Hewalgiriya Amerîka: Nirxandina me ji rewşa niha ya DAIŞê re dide xuyakirin ku hîn jî DAIŞ gefê çêdike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê hewalgiriya niştimanî ya Amerîka Dan Kotis ragihand, tevî ku rêxistiya terorîstî ya DAIŞê, li Iraq û Sûryê rastî şikestinê hatiye, lê hîn jî gefa wê heye.

Dan Kotis di Konfirana Asayişa Cîhanî de li Munchenê, ji serkirde û berpirsên bergirî û dîplomatkarên cîhanî re ragihand: "DAIŞ netenê rêxistineke terorîstî ye, aydyolojiya wê ya taybet heye û dibe ku bîrûbaweriyeke olî be yan têkeleyek ji aydyolojiya û bîrûbaweriya olî be û piştî ku di meydana cengê de bê şikandin ew çalakiyên xwe berdewam bike".

Rêvebirê hewalgiriya niştimanî ya Amerîka got: "Niha ne zelal e gelo me tiştê pêwîst kiriye yan na ku DAIŞ dubare serî hilnede, yan me tenê ew girûp di vê qonaxê de rawestandiye û di qonaxeke din de wê rêzên xwe rêk bixe".

Dan Kotis bi zelalî ji amadebûyan re got: "Nirxandina me ji rewşa niha ya DAIŞê re dide xuyakirin ku hîn jî DAIŞ gefê çêdike".