3 rojan kehrebe li Herêma Kurdistanê tê kêmkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Kehreba ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de welatiyan agahdar dike, ji ber cibicîkirina projeya zêdekirina berhemanîna gaza xwezayî ji aliyê kompanyaya Dana Gaz, 3 rojan kehrebe li Herêma Kurdistanê tê kêmkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye, “Welatiyan agahdar dikin, roja Înê 19-10-2018 kompaniya Dana Gas bi hevkariya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dest bi cîbicîkirina projeya zêdekirina berhemanîna gaza xwezayî dike û ji ber girêdana boriyên gaza xwezayî, ji 48 demjimêran heta 72 demjimêran berhemanîna kehrebê li her du navendên westgeha gazê ya Hewlêrê û westgeha Çemçemalê tê rawestandin.”
Wezareta kehrebê di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje, welatiyan agahdar dikin, dê piştî cîbicîkirina wê projeyê, dê rêjeya berhemanîna kehrebê zêde bibe.
Wezareta Elektirkî dibêje: “Em hevwelatiyên xotevî agahdar dikin, ku piştî cîbicîkirina proseya zêdekirina berhemanîna gazê, dê bandoreke baş li ser berhemanîna elektirîkê hebe û aliyê sereke ku sûdê dibînin, hevwelatî ne.”
S. B