Hekem Xelo: Em ji danûstandinên bi rejîmê re amade ne

Hevserokê Encumena Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo ji Kurdistan 24 re ragihand ku, ew wek rêveberiya xweser deriyê wan ji danûstandinan re vekirî ye, û rejîma Sûriyê heye niha li ser asta navxweyî û navdewletî rejîmeke rewa ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Encumena Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo ji Kurdistan 24 re ragihand ku, ew wek rêveberiya xweser deriyê wan ji danûstandinan re vekirî ye, û rejîma Sûriyê heye niha li ser asta navxweyî û navdewletî rejîmeke rewa ye.

Hekem Xelo herweha anî ziman ku, di prosesek diyalogê de dixwazin garantiyek navbeynkarî a navdewletî jî di navbeyna birêvebiriya rojavayê Kurdistanê/bakurê Suriye û rejîma Suriye de jî hebe.

Parastina mafên Kurdan ku duyem neteweyê mezin ê Suriye ye, mafek rewa yê Kurdan e. Mafên Kurd divê di Suriye pêşerojê de parastî be.

 

 

C.B