Kurdistan Ji ber hildana Ala Kurdistanê, gilî li Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate vekirin

Ji ber hildana Ala Kurdistanê, gilî li Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, li dijî hildana Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî yên Kerkûkê, Tirkmenên bajêr gilî li dijî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî tomar kirin.

Got jî, biryar e roja 3 Tîrmehê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Dadgeha Federalî a Iraqê amade bibe.

Roja 28 Adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi komdengî biryar da Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Bajêr bêna bilindkirin, vê biryarê jî karvedanek ji aliyê beşek ji Tirkmen û Ereban û herwiha hin berpirsên bilind ên Iraqê bi xwe re anî.