Almanya 100 basên veguhestinê radestî Hewlêrê dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Biryar e di van nêzîkan de, bajarê Dusseldorf ê Almanya, 100 basên veguhestina nav bajaran, belaş radestî şaredariya Hewlêrê bike.
Ev girêbest ji aliyê parêzgarê Hewlêrê (Newzad Hadî) û serokê şaredariya Dosseldorf ve hatiye îmzekirin.
Qayimqamê qeza navendî ya Hewlêrê (Nebez Ebdulhemîd) di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, hûrkariyên wê girêbestê zelal dike.
N.O