Peyvdarê YPGê: Rûsyayê Efrîn li şûna Idlibê radestî Tirkiyê kir

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand, Rûsyayê Efrîn li şûna Idlibê radestî Tirkiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand, Rûsyayê Efrîn li şûna Idlibê radestî Tirkiyê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de li devera Eyn Îsaya bakurê Reqayê de konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Peyvdarê HSDê Kîno Gabryil ragihand, piştî çekdarên DAIŞê li tevhiya bakurê Sûriyê li ser destê hêzên HSDê têk çû, Tirkiyê dest bi operasyona dijminane li dijî Efrînê kir, ji bo derfeteke nû bide DAIŞê û jiyana wê rêxistina terorê dirêj bike.

Herwiha got: “Ev êrîşa hovane ya li ser Efrînê, biqasî ku ew êrîşeke li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê ye, ji ber ku pitevaniyeke aşkere ye ji rêxistina DAIŞê ya terorî re ye.”

Ragihand jî, “Em wek HSDê di wê baweriya temam de ne, Tirkiyê dê nekirîba gund û bajarên me topbaran bikirana û komkujî li dijî mirovan bikira, heger Rûsyayê ji sozên xwe bi me re bi paş ve venekişiya û glûpa kesk ji Tirkiyê re pênexistiba, ji ber herêma Efrînê di bin çavdêriya radarên Rûsyayê de ye. Ji ber ji Rûsyayê tê xwastin hûrgiliyên vê êrîşa dijminane ya Tirkiyê li ser Efrînê aşkere bike.”

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd aşker kir jî, di çarçova rêkeftina li ser navçeyên kêmkirina şer, ji erkê Rûsyayê bû parastin û şopandina rewşa li Efrînê bike, lê di qonaxa dawî de hêzên Rûsî û piştî hewla wan a êrîşkirina bi hêzên rêjîmê re li ser Idlibê, Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Idlibê ew êrîş têk birin. Ji wê diyar dibe ku Rûsyayê Efrîn bi Idlibê re xiste bazarê û esmana Efrînê li pêş Tirkiyê vekir.”