HSD: 5 leşkerên Tirk û çekdar hatin kuştin

Navenda ragihandina Hêzên Suriya Demokrat ragihand, di encama êrîşeke hêzên wan de li dijî artêşa Tirkiyê li derdora gundê Kîmarê li navçeya Şêrawa trembêleke leşkerî hate wêrankirin, ku 5 leşkerên Tirk û çekdarên opozisyona Suriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşeke Hêzên Suriya Demokrat de li Efrînê 5 leşkerên Artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Suriyê hatin kuştin.

Navenda ragihandina Hêzên Suriya Demokrat ragihand, di encama  êrîşeke hêzên wan de li dijî artêşa Tirkiyê li  derdora gundê  Kîmarê li navçeya Şêrawa trembêleke leşkerî  hate wêrankirin, ku  5 leşkerên Tirk  û çekdarên opozisyona Suriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan jî ragihandibû, ku şer û pevçûn di navbeyna  hêzên Sûriya Demokrat  û hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê ve li derdora gundê Kîmar li  başûrê Efrînê rû da bûn, bê ku hejmara qurbaniyên her dû aliyan eşkere bike.

 

C.B