3000 kuştin piştî têkçûna pêvajoya aştiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê piştî şikestina pêvajoya aştiyê heta niha nêzikê 3000 hezar kes canê xwe ji dest dan e.

Gruba Krîza Navnetewî derbarê şer û pevçûnên 2 salên dawî yên navbera Arteşa Tirkiye û PKKyê de raporek belav kir. Li gor wê raporê di şer û pevçûnan de 2 hezar û 981 kes canê xwe ji dest dan e. Ji wan 1378 kes endamê PKKyê, 976 kes endamên hêzên ewlekariyê 408 kes jî sivîl in. Herwiha piraniya kes li bajarên wekî Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Diyarbekirê canê xwe ji dest dane