Piştî 6 demjimêr lêpirsîn Elî Beşar red kir ku destdirêjî li ser keça Almanî kiribe

Elî Beşar: Piştî Suzana ket û riwê wê birîndar bû, ez tirsiyam polîs haydar bibin û min desteser bikin, lewra neçar bûm ez wê bikujim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Elî Beşar, ew xortê Kurd ku bi kuştina keça Almanî (Suzana Feldman)ya temen 14 salî hatiye tometbarkirin, duh li cem polîsên Almanî 6 demjimêran di bin lêpirsînê de ma û red kir ku destdirêjiya sêksî li Suzana kiribe, lê mikur hat ku wî ew keç kuştiye.

Keça Almanî Suzana Feldman, di rojên 22-23 Gulana derbasbûyî de, li bajarê Wiesbaden yê Almanya hat kuştin.

Şevê din, dozgerê giştî û polîsê Almanya, di daxuyaniyekê de, ragihandin ku tometbar Elî Beşar, di lêpirsîna destpêkî de mikur hatiye ku wî keça Almanî kuştiye, lê red kiriye ku destdirêjiya sêksî li wê kiribe.

Di mikurhatina xwe de (Elî Beşar) gotiye: Piştî Suzana ket û riwê wê birîndar bû, ez tirsiyam polîs haydar bibin û min desteser bikin, lewra neçar bûm ez wê bikujim.

N.O